Artêşa Iraqê bingehên DAIŞê li nava xaka Sûriyê armanc kir
Jan 21 2019
ARK NEWS .. Jêdereke ewlehî ji pasewanên sînor yên Iraqê eşkere kir ku topxaneyên Iraqê çend bingehekî rêxistina teroristî ya DAIŞê di nava xaka Sûriyê de kirne armanc.
Jêdera ewlehî ragihand ku eve bûye Sê rojin û topxaneyên Iraqê bingehên rêxistina teroristî ya DAIŞê di nava xaka Sûriyê de armanc dike, û di heman demê de Mêlîsên Heşda Şe`bî liv û tevgera wan li ser sînor zêde bûye.
Herweha wê jêdera ewlehî da zanîn ku balafirên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di armanckirina bingehên rêxistins teroristî ya DAIŞê di nava xaka Sûriyê de li gel artêşa Iraqê hemahengin.
L.A
418