Balafirên Rûsî gundewarê Idlibê bombebaran kirin

Balafirên Rûsî gundewarê Idlibê bombebaran kirin

Jan 20 2019

ARK NEWS .. Balafirên Rûsî Rojavayê gundewarê Idlibê armanc kirin, di encamê de hejmarêk kuştî û birîndar ketin.

Malpera Ineb Beledî ragihand ku berbanga îro balafirên şerker yên Rûsî bajarokê Biksirya li gundewarê Cisir Elşixûr herweha devera Xan Elsibil li derdora Seraqib li Rojhelatê gundewarê Idlibê bombebaran kirin .

Heman malperê da zanîn ku di encama wê êrîşê de du welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan li gel birîndarbûna neh kesên din.

L.A

464