Bêhtir ji 1000 sivîlî ji dawîn bingehên DA`IŞê li Dêra Zorê reviyane

Bêhtir ji 1000 sivîlî ji dawîn bingehên DA`IŞê li Dêra Zorê reviyane

Jan 16 2019

ARK NEWS .. Roj bi roj û xelkê sivîl li bajarê Dêra Zorê ji navçeyên di bin destê rêxistins teroristî ya DA`IŞê direvin, û herî dawî jî bêhtir ji 1000 kesî revyane.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku duh êvarî bêhtir ji 1000 sivîlî ji beravên Rojhelatê çemê Feratê ku di bin destê rêxistins teroristî ya DA`IŞê de revyan, û tê çaverêkirin ku hejmar zêdetir bibe .

Herweha Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan got jî ku bi vê hejmarê hejmara sivîlin ji navçeyên di bin destê rêxistins teroristî ya DA`IŞê revyane giheştiye 19600 kesî.

L.A

325