Colanî Fermandarê HTŞê : Em bi operasiyona Turkiyê re ne .

Colanî Fermandarê HTŞê : Em bi operasiyona Turkiyê re ne .

Jan 15 2019

ARK NEWS .. Fermandarê giştî yê çekdarên Desteya Tehrîr Elşam (Eniya Nusra berê) piştevaniya xwe ji operasiyona Turkiyê li herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê li Rojhilata çemê Feratê anî ziman .

Tevî derketina fitweyekê ji rêxistina Desteya Tehrîr Elşam ji nerewatiya beşdarkirin di operasiyona Turkiyê li dijî herêmên kurdî li Rojhilata çemê Feratê, lê Ebû Mihemed Colanî fermandarê giştî yê rêxistina Desteya Tehrîr Elşam di çarçoveya beşdariyê di bernameyekê li ser malpera Emcad ya ser bi rêxistinê ve, da zanîn ku Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê dujminê şoreşê ye, û destê xwe daniye ser hijmarek mezin ji herêmên ku erebên suna tê de hene, lewma ew bi operasiyona Turkiyê re ne .

Navbûrî bal kişand ser wê yekê jî ku tu niyaz li cem wan di deshelatkirina herêmên ku divê dema dawiyê de li Rojavayê Helebê kontrol kirine tune ye, û bi tenê çekdarên tevgera Nûredîn Zinkî jê derxistin, û li pêş wê ango çekdarên Zinkî bijardeya tevlîbûna her girûpekê bixwazin heye .

Çekdarên rêxistina Tehrîr Elşam di hefteyên bûrî de êrîş Cebha EL Weteniyê li her yek li Heleb, Hema, û Idlibê kiribû, û ew neçar kiribû ku deverên wê têkevin dibin destê hikûmeta hawerçûnê de .

Di encma wî şerî bandora nerînî û herî xirab li ser Efrînê bû, ku bi sedan çekdar û malbatên xwe ve berê xwe dane Efrînê, û çekên xwe yên giran radestî rêxistina desteyê kiribûn .

Eniya Nusra yek ji rêxistinên ku di nav lîsteya terorê de ye, ji ber wê yekê navê xwe guhert, lê tevî wê yekê hîn di wê lîsteyê de maye, û niha piraniya parêzgiha Idlibê û hin dever li Helebê dibin destê wê de
ye .

Ş.E

307