Malbata Emîr Hamid spasiya ARKê dike
Bi helkefta borîna pênc salan li ser revandna çalakvanê ciwan yê Rojavayê Kurdistanê li ser destê PYDê, Emîr Hamid, malbata Hamid spasya kenala ARKê lser guhdan bi doza kurê wan kir.
Di nameyeke spasyê de, ku li ser rûpelên xwe yên feysbûkê belav kirine, malbata Hamd got ku piştevaniyeke mezin bi helkefta borîna pênc salan li ser revandna kurê wan Emîr Hamid ji aliyê pranya çînên civaka kurdî ve hebû mîna rewşenbîr û helbestvan, rojnamevanên kurd û hin partî, û gelek ciwanên Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê.
Di nameya xwe de malbata Hamd spasya kenala ARKê li ser raporta taybet bi Emîr û her kes û aliyê ku li tenşit wan rawestiya û piştevaniya wan kiriye, kir.
Emîr Hamid di 11.01.2014an de ji aliyê çekdarine PYDê ve hat revandin, û ta niha PYDê dan bi revandina Hamid nedaye.
622
