Pûtîn û Erdogan di demeke nêzîk de wê li Moskoyê bicivin
Jan 09 2019
ARK NEWS .. Kirêmlêna Rûsî belav kir ku serokê Turkiyê wê di demeke nêzîk de seredana Moskoyê bike , û li gel serokê Rûsiyê derbarê Sûriyê bicive .
Di daxwiyaniyekê de Kirêmlêna Rûsî ragihand ku Receb Teyib Erdogan serokê Turkiyê wê di demeke nêzîk de seredana Moskoyê bike , û li gel Filadîmêr Potîn serokê Rûsiya bicive , bê ku Kirêmlêna Rûsî demê seredanê destnîşan bike .
Herweha Kirêmlêna Rûsî got ku di civînê de herdû serok wê rewşa Sûriyê bi giştî gotûbêj bikin , û ronahiyê bixne ser dawîn pêşhate ku li Sûriyê hatine holê .
L . A
568