Erdogan wê seredana Rûsiyê bike

Erdogan wê seredana Rûsiyê bike

Jan 07 2019

ARK NEWS .. Biryar e serokê Turkiyê seredana Rûsiyê bike , û çendîn doseyên girêdayî bi rewşa Sûriyê ve li gel serokê Rûsiyê gotûbêj bike .

Ajansa Enadol ya Turkî ragihand ku di vê mehê de Receb Teyib Erdogan serokê Turkiyê wê seredana Rûsiyê bike û li gel Filadîmêr Potîn serokê Rûsiyê wê rewşa Sûriyê gotûbêj bike .

Herweha ajansa Enadol eşkere kir ku doseya kirîna mûşekên S - 400 ji aliyê Turkiyê ve wê yek ji mijarên giring yên gotûbêjiyan be .

L . A

563