Turkiyê bo şerê DAIŞê daxwaza alîkariyê ji Emerîkayê kiriye
ARK NEWS .. Rojnameyake Emerîkî aşkere dike ku Turkiyê bo şerê DAIŞê li Sûriyê daxwaza alîkariyê li Emerîkayê kiriye.
Duh 06. 01. 2019an rojnameya Walla Strett Journal di raporteke xwe da belav kiriye ku Turkiyê daxwaza alîkariya leşkerî û lojîstîk li Emerîkayê kiriye bo şerê dijî DAIŞê li Sûriyê. Berpirsekî Amerîkayê ji rojnameyê ra aşkere kiriye ku renge Emerîka bordûmana leşkerî bike lê di warê lojîstîk de zehmete alîariyê bide Tukiyê.
Tê çaverêkirin roja sêşemê Con Bolton Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Emerîkayê û Cîms Cîfrî Şanderê Serokê Emerîkayê yê şerê dijî DAIŞê seredana Turkiyê bikin û rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bikin.
L . A
525
