Rûsiya û Emerîka rewşa Sûriyê û şerê terorê gengeşe kirin.

Rûsiya û Emerîka rewşa Sûriyê û şerê terorê gengeşe kirin.

Jan 06 2019

ARK NEWS .. Wezareta Bervevaniya Rûsiyê ragIhand, ku serokê desteya erkana giştî ya Rûsiyê cenêralê artêşa Rûsiya Valîrî Giriyasîmov di pêwendiyeke telîfonî de, ku roja Înê li gel hevşanê xwe yê Emerîkî Cozêf Danford re encam da rewşa Sûriyê û rûbrûbûna terorê gengeşe kirin .

Ajansa Sipotnîk got ku wezareta berevaniya Rûsiyê di daxuyniyekê de eşkere kiriye, ku her du aliyan di danûstandinên xwe de nerînên hevbeş derbarê rewşa Sûriyê û jinavbirina terorê bi hev guhertin herwiha hejmarek babetên hevbeş ku cihê giringiyêne li ba her du aliyan gotûbêjkirin û li ser giringibûna berdewamiya pêwendiyan tekez kirin.

525