Şandek ji ENKSê gihişt Herêma Kurdistanê

Şandek ji ENKSê gihişt Herêma Kurdistanê

Jan 06 2019

Roja Şemiyê 5 . 1. 2019 , şandek ji desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê gihişte Herêma Kurdistanê û biryare bi serok Barzanî re bicve.

Serokê Encûmenên xwechî yê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihsin Tahir, di lêdwanekê ji bo malpera Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya ragehand, ku bi vexwendineke fermî ji Herêma Kurdistanê, şandek ji desteya serokatiya ENKSê li Hewlêrê ye û biryare bi serok Mesûd Barzanî re bicive.

Tahir da zanîn, ku dê karnameya civîna ENKSê bi serok re li ser dawîn pêşhateyên rewşa Kurdistana Sûriyê û Sûriyê be.

Şanda ENKSê pêk tê ji endamê desteya serokatiyê( Mihemd Ismaîl , Ebdulsemed Xelef Biro, N'met Daûd, Fêsel Yûsif û Fesle Yûsif ).

503