Beşar Esed di serê lîsta terorê de ye

Beşar Esed di serê lîsta terorê de ye

Jan 02 2019

Beşar Esed di serê lîsta tawanbarên cengê di Sûryê de hatiye belavkrin ji alyê Yasanasên Sûriyê mîna karvedanekê li ser lîsta reş ya Beşar Esed.

Îro roja Çarşemê 2.1.2019, Desteya Yasanasyên Sûriyê, lîsteyek bi kes û giropên tawanên mezin li dijî mirovatiyê encam dane û piştevaniya terorê li Sûryê kirine , bilav kiriye, mîna karvedanekê li ser lîsta ku ji Desteya rûbirûbîna şûştina pereyan û piştevaniya terorê ya ser bi rêjîma Esed ve ku tê naskrin bi navê lîsta reş ya piştevaniya terorê.

Lîsteya ku Yasanasên Sûriyê derxistiye, nîzîkî (677) navê kesayetî û gropê, pêk tê, ku piştevanya terorê krine û xelkê Sûryê kuştine û tawanên cengî û tawanên li dijî mirovatiyê kirne.

Di serê lîstê de , navê Beşar Esed serokê rêjîma Sûriyê tê, û bi sedan efser û kesayetiyên leşkerî û sivîl ku nîzîk in ji rêmê ku tên naskirin piştevanê rêjîmê ne û di operasiyonên kuştina miletê Sûriyê de bejdar bûne, hene.

Dadwerkî behsa lîsta xwe kir û got, lîsta me mîna berisvekê ji Beşar Esed re ye ku di hizrê wî de ew di ser şoreşa miletê Sûriyê de serketiye û dixwaze xwe bide diyarkrin ku ew şerê terorê dike, û ew xwedîdarê Ffû û lêborîn û stûpakyê ye, ku bi lîsta xwe ya reş ya bi navê desteya nehiştna terorê belav kiriye û hemû kesên welatparêz û şoreşger û şerîfên cîhanê bi piştevaniya terorê tomet bar kirine bê ku çi belgeyeke yasayî hebe.

Wî dadwerî herusa got, kesekî gardiyan û bi kuştina hezaran hatibe tometbarkirin û bi hezarê raportan li ser tawanên wî hebe û tawanên cengî û yên dijî mrovatiyê û komkujî kirî be, ne ji mafê wî ye, biriyarên bi vî awayî û lîstên wisa derxîne û beblav bike.
Herwisa jêderî got, lîsta me pişt bi belge û raportên navdewletî û biriyarên Encumana Ewlehî û rêxistnên mafên mirovan dibiste, û bi sedan belge û dîkomênt li ser tawanên Beşar Esed û rêjîma wî hene û belge kirine.

454