
Şandiya Birîtanî tekezî li ser girîngiya dirêjkirina derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê dike
ARK NEWS... Şandiya Birîtanî ya taybet bo Sûriyê Ana Sinow tekezî li ser giringiya dirêjkirina derbaskirina alîkariyên mirovî di sînorê Turkiyê re bo Bakurê Rojavayê Sûriyê bo heyama 12 mehan kir.
Di kurte vîdiyoyekê de li ser malpera xwe di tora civakî (Tiwîtir) de şandiya Birîtanî bo Sûriyê li dergehê Bab Elhewa yê sînorî di navbera Sûriyê û Turkiyê de, bang li Encûmena Ewlehî ya Navdewletî kir ku biryara derbaskirina alîkariyên mirovî bo Bakurê Rojavayê Sûriyê bo heyama 12 mehan drêj bike.
Sinow serbar kir, Bab Elhewa dergeheke bo derbaskirina alîkariyan bo Bakurê Rojavayê Sûriyê ku derdora 4.1 melyon kes lê dijîn û pêwîstiya wan bi alîkariyan heye, û diyar kir bi sedan barhilgir heftane di sînor re derbas dibin bo gihandina xwarin û dermanan.
Her weha Sinow ragihand, di meha bê de biryara Encûmena Ewlehî bo derbaskirin alîkariyan ji Turkiyê bo Sûriyê bi dawî tê, û pêwîst e Encûmena Ewlehî derbaskirina alîkariyan bo 12 mehan dirêj bike, ji ber ku pêwîstiya mirovî li Sûriyê gihiştiye astên herî bilind.
227