Nameya Elî Keyalî ji PKK û YPGê re

Dec 29 2018

ARK NEWS ..Nameya Elî Keyalî ji PKK û YPGê re

Ez silavên xwe ji hevalên xwe yên şervanên kurd ên sûrî û niştîmanî re dişînim, ew kesên ku teror tirsandin û li hember her aliyên ku li dijî welatê hevbeş rawistyan silav dikim.
Ku di serkeftinên dijî DAIŞê û terorîstan de di serî de cihê xwe girtin .

Silav bo we silav bo xebata we ez heval û birayê we Elî Keyalî me ez bi we re dibêjim em ê bi hevre berdewam bin da ku aliyên biyanî ji welatê rind û delal û pîroz - ji me û we re - derxînin .

Di vî welatî de em û hûn yên rasteqîne û resen in me û we ev welat piştî bi hezaran sal ji kar û xebatê damezrand û tu kes nikare me ji hev cuda bike yan yek bibe sitimkar û yek jî bibe sitimdar.
Em ê mil bi mil bi hevre bin û em dê ta dawiyê bi hevre şer bikin da ku em dawî bost ji xaka Sûriyê rizgar bikin.

Silav bo we û silav bo rêber serok Apo û Xwedê wî azad bike.

Silav ji bo her serkirdeyekî di dema ciwaniyê de li Lubnanê de di şerê Îsraîlê de bi serkirdayetiya serokê nemir Hafiz Esed şer dikir .

Îro jî em bi hevre bi serkirdayetiya serok Beşar Esed şerê terorê dikin.

Ş.E

555