Karwaneke leşkeriya nû ya Turkî derbasî xaka Sûriyê bû
Dec 27 2018
ARK NEWS .. Artêşa Turkiyê careke din karwaneke leşkeriya nû derdasî xaka Sûriyê kir .
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku derengiya şeva bûrî karwaneke leşkeriya nû ya Turkî ku ji hejmarek leşker û alavên leşkerî pêk dihat geheşte xala çavdêriyê ya Turkî li bajarokê Morik li gundewarê Hemayê .
Heman Rewangehê diyar kir ku di heftiya bûrî de jî karwanek leşkeriya Turkî di riya dergehê Kefir Losîn yê hevsînorî derbasî nava xaka Sûriyê bûn, û li herdû xalên çavdêriyê li gundewarê Hemayê bi cih bûn .
Lava Abdou
491
