Bo yekem car Turkiyê çekên pêşketî li ser sînorê Sûriyê bicih dike

Bo yekem car Turkiyê çekên pêşketî li ser sînorê Sûriyê bicih dike

Dec 27 2018

ARK NEWS .. Medyayên Turkî ragihandin ku di çarçoveya amadekirina operasiyona leşkerî ya Turkî li ser Rojhelat çemê Feratê, hikûmeta Turkiyê bo yekem car çekên pêşketî li ser sînorê xwe bi Sûriyê re bi cih dike .

Malpera Edena Post ya Turkî çend wêneyek ku têde hejmarek tankên Turkî yên pêşketî ji corê IM 60 SIBRA dema ku berev sînorê Sûriyê birêket hebûn belav kir .

Heman malperê diyar kir ku şandina çekên pêşketî bo ser sînorê Sûriyê di çarçoveya amadekariyên operasiyona leşkerî li ser Rojhelatê çemê Feratê de tê .

Lava Abdou

652