Di 24 demjmêran de 2 hezar penaberên Sûrî vegeryane Sûriyê

Di 24 demjmêran de 2 hezar penaberên Sûrî vegeryane Sûriyê

Dec 26 2018

ARK NEWS .. Navenda Rûsî ya pêşwazîkirinê li penaberên Sûrî eşkere kir ku bi sedan penaberên Sûrî di demeke kurt de vegeryane welatê xwe .

Di daxwiyaniyekê de navenda Rûsî ya pêşwazîkirinê li penaberên Sûrî ragihand ku di dema 24 demijmêrên bûrî de 2000 penaberên Sûrî ku jimareya bêhtir zarok bûn di riya dergehên Cideyda Yabûs û Til kelex û Nesîb ve vegeryane Sûriyê .

Herweha navenda Rûsî da zanîn ku ji despêka vegera penaberan ve û heta weke îro 76948 penaber vegeryane Sûriyê .

Lava Abdou

596