Tehran huşdariyê ji derencamên operasyona leşkerî ya Turkiyê dide
ark news .. Wezareta derve ya îranê ragihand ku her operasiyonek leşkerî ya Turkiyê li Sûriyê bê hemahengî li gel Rêjîma Esed were encamdan wê bandoreke nerînî li ser der encamên danûstendinên Asîtana bike .
Behrem Qasimî berdevkê wezareta derve ya îranê got ku nabe tu welatek bê razîbûna Rêjîma Sûriyê operasiyonên leşkerî li Sûriyê were encamdan , û ji ber vê yekê her operasiyonek leşkerî ya Turkî li Sûriyê were encamdan pêwîste li ser daxwaza Rêjîma Sûriyê be û bi hemahengî li gel wê be .
Her di vê derbarê de Qasimî hêvî kir ku Turkiyê di hevkarî û hemahengiya xwe ya erênî di danûstandinên Asîtana derbarî Sûriyê berdewam be .
Lava Abdou
369