Rûsiya bi niyaze kargehekê li Tertûsê ava bike

Rûsiya bi niyaze kargehekê li Tertûsê ava bike

Dec 17 2018

ARK NEWS ..Cîgirê wezîrê berevaniya Rûsiya ragihand ku Rûsiya bi niyaze kargehekê li Tertûsa Sûriyê ava bike .

Tîmor îvanof ji rojnameya Komer Sant ya Rûsî re ragihand ku di pirojeya Rûsî deye ku bi hemahengî li gel wezareta bazirganî û pêşesaziya Rûsiyê kargehekê ji bo ava kirin û çakkirina gemiyan li Tertûsa Sûriyê ava bike , û got ku ji bo vê pirojeya hevbeş amadekarî têne kirin , ku tîmek çavdêriyê berê xwe daye beravên Tertûsê.

Herweha îvanof diyar kir ku bingeha Rûsî li Tertûsê wek jêdera madî û teknîkî ji bo istûla şerker ya Rûsî li derya Nave rast tê bikaranîn .

Lava Abdou

394