Girûpên çekdar gireva Meydankê li Efrînê şewitandin
Jun 22 2018
.Li gundê Meydankê yê Efrînê girûpên çekdar roja Çarşemê 20/6/2018 darên li gireva bendava Meydankê şewitandin.
Li gor zanyariyên ARKê ku ji xelkê gundê Meydankê wergirtiye : Ev kiryarên çekdar pê radibin bi mebest têne encamdan, û dixwediz wan cihên geştûgûzarî ji xwe re bikin serangeh û xweringeh.
18/6/2018 jî ango berî du rojan agir bi aliyekê ji daristana bendava Meydankê ketibû, û bi alîkariya xelkê gund û endamên Encûmena Xwecihî ya navçeya Şera hatibû vemrandin.
Welatiyên Efrînê bang li rêxistinên jîngeh dikin ku dar û cihên geştîyarî biparêzin .
ŞÊXO EFRÎNÎ
431