Efrîn.. Kar ji bo avakirina navendeke leşkerî li goristana Senarê têne kirin

Efrîn.. Kar ji bo avakirina navendeke leşkerî li goristana Senarê têne kirin

Jun 21 2018

Girûpên çekdar hewil didin goristana Senarê ya kevnar ji xwe re bikin baregeheke leşkerî ku ew goristan ji kevintirîn şûnwar li gundê Senarê ya navçeya Şiyê ye.

Çalakvan Arif Şêxê ku bi xwe ji gundê Senarê ye ji ARKê re ragihand ku di şerê Efrînê de çekdarên PYDê topavêjên xwe li ser wê goristanê danîbûn û dema artêşa Turkiyê derbasî gund bûye beşek ji goristanê têkbirin û ji çend rojan ve girûpên çekdar wî cihî rast dikin daku bikin bargeha leşkerî.

Gundê Senarê ser navçeya Şiyê ve ye û dema şer de gelek ziyan dîtibû.
ŞÊXO EFRÎNÎ

665