Lotkeyeke çaralî ji bo Sûriyê dê were lidarxistin

Lotkeyeke çaralî ji bo Sûriyê dê were lidarxistin

Dec 09 2018

ARK NEWS .. Liv û tevgereke nû ji bo çareserkirina kirêza Sûriyê tê kirin ew yek jî tê ji ber neserkeftina civîn û lotkeyên ku di derbarê kirîza Sûriyê de tên lidarxistin .

Serokatiya Rûsiya ragihand ku ew li gel her yek ji Turkiya ,Elmaniya û Ferensa gihişt rêkeftineke destpêkî ji bo lidarxistina lotkeyeke nû çaralî derbarê kirîza Sûriyê.

Alîkarê serokê Rûsiya Yorî Oşakof di kongireke rojnemevanî de ragihand ku serokê Rûsiyê Filadîmêr Potên li gel hevşanê xwe yê Turkî Receb Teyib Erdoxn û rawêjkara Elmaniya Encêla Mêrkil û serokê Ferensa Îmanwêl Makron dê lotkeyeke nû mîna lotkeya ku li Istenbûlê hatibû birêvebirin li dar bixin, lê cih û dema lotkeyê nadye diyar kirin .

Di 27/10/2018an de lotkeyake çar alî ji bo çaresekirina kirîza Sûriyê bi serokatiya serokê Turkî Receb Teyib Erdoxn li Istenbûlê di navbera Turkiya ,Rûsya ,Elmaniya û Ferensa de hat encamdan tê da rewşa Sûriyê ya meydanî û rêkeftina Idlibê ya di navbera Turkiya û Rûsiya de herweha piroseya siyasî ya Sûriyê hate gengeşekirin ku di encamê de her çar aliyan tekezî li ser rawestandina şer û pevçûnan li parêzgiha Idlibê kirin .

Herwiha di lotkeyê de piroseya sazkirina Komîta Destûrî ji aliyî opozisyonê û rêjîma Esed ve ji bo guhertina destûrê Sûriyî hat gotûbêjkirin .

Lê encamên lotkeya Istenbûlê ya çar alî neserkeftîbûn û ta niha tu pabendî bi encamên wê li erdê nehatiye kirin bi taybet ku şer û pevçûn li Idlibê berdewam e.

Di 28/11/2018an de gera Esîtana ya 11an ji aliyê dewletên gerentîdar Rûsya, Turkiya û Iran ve derbarê Sûriyê hat lidarxistin , lê tû pêşhate derbarê rewşa Sûriyê de nehatin encamdan .
Delal Xelîl

514