900 penaberên Sûrî vegeryane Sûriyê
Dec 09 2018
ARK NEWS .. Di heyama 24 demijmêrên bûrî de hejmarek penaberên Sûrî vegeryan welatê xwe .
Navenda Rûsî ya pêşwazikirin û vehewandina penaberên Sûrî ragihand ku di heyama 24 demijmêrên bûrî de 862 penaberên Sûrî li gel malbatên xwe vegeryane Sûriyê , ji wê hejmarê 192 penaber ji welatê Lubnanê di riya dergehê Cideyda Yabûs û Til Kelex vegeryane Sûriyê , herweha 690 penaberên dî di rêya dergehê nisêb li ser sînorê Urdinê vegeryane welatê xwe , serbarî vegera 234 derbederên Sûrî li ser mal û milkên xwe .
Lava Abdou
320