Selahidînê Kurdî
Selahidînê Kurdî
Bavê Saman - Efrîn
Selahidîn Eyubî yek ji qehremanên dîrokî yên herî bi nav û deng e. Gelek dîroknasên Ewropî çi yên bi bûyerên wê demê re jiya bûn û çi jî yên pêre bi şêweyekî objektîv bûyer nirxand wek heye ne kêm û ne zêde.
Selahdînê Kurdî bi lehengekî wêrek û jîr naskiribûn herwiha bi sinc û reftarên wî yên mirovane pesin dikirin heta li hember dijminên xwe jî wisa bû gava hêştîye hemû xaçperestên Ewropî li gel pere û zêrên xwe ve bi hêminî ji Qudsê biçin, herwiha gava jinên dîlên xaçperestan çûna ba wî bi ser da giriyan û xwestin mêrên wan serbest berdin ! Gelo çima hin dîroknasên ereb yan Îslamî bi neyînî bûyer dernexûn û berûvajî dikirin ?!
Ew bê gûman ji ber kîn û kudreta wan ya mezhbî bû yan jî netewî bû ji ber ku Selahidîn Kurdekî sunî bû , rastiya ku kesek nikare înkar bike û hemû çavkaniyên dîrokî wê tekez dikin. Me kîn û kudreta hin nijadperestan li ser bingeha olî mezhbî yan netewî fem kir, lê gelo çima piraniya Kurdên me wî tewanbar dikin û ji Selahidîn bi kîn in ?! Helbet ew ji nezanî û nexwendina dîrokê ye ji aliyekî ve û ji aliyekî din ve ji reşkirina rastiyan tê çi ji alî dagîrkerên Kurdistanê û çi ji alî dûvçilkên wan yên bi xwe şev û roj dixebitin ji bo dîroka kurdî reş bikin û dîrokek nû ji xwe re çêkin ji roja ew bi dinê ketine !
Heger em bêjin Selahidîn dewletek kurdî ji me re avanekiriye, gelo çima berî 900 sal serdema dewletên netewî bû?!
Çima ew nizanin dewletên netewî li dawiya sedsala nozdan despêkiriye ; wê hîngê serdema şer û nakokiyên olî bû di navbera Rojhilata Îslamî û Rojavaya Xiristiyanî ?! Wekî din dîroknasê kurd yê mezin Mihemed Emîn Zekî tekez dike ku Selahidîn û apê wî Şêrkuh piraniya siwar û serbazên wan ji êl û hozên mîrên kurdan bû wek Kurdên Hekarî, Mehranî, Mêranî, Sehranî, Soranî, Hemîdî û Zerzarî. ( ji pirtûka: " El feth el Qesî fî el Feth el Qudsî " rûpel 302 الفتح القسي في الفتح القدسي ص ٣٠٢ )
Gelo ew li gor wê demê ne hestekî civakî û gelêrî û netewî bû gava bawerî tenê bi kurdan dikir di êrîş û parastina xwe de ?! Paşê, Selahidîn welatek avakir ji Misirê de bigire û heta welatên Şamê, Cezîrê û Kurdistanê. Û hemû serok û walî ji Kurd
û malbata wî bûn, herwisa bi dehan kelah girtin û kela Alhusin ya li Humsê heta niha bi navê Kela Kurdan bi nav û deng e. Bi saya Selahidîn kurdên hakimdar li her derê belav bûn li Misirê, Şamê, Hemê, Urdunê, Filistînê û Lubnanê û gelek cihên din navê kurdan heya niha li wan deran maye.
Herwiha, di serdema Selahidîn de wek Jonathan Randal di pirtûka xwe de bi navê " Netewek Perçekirî " tekez dike ku Êzîdiyan karîbûn rê û resmên olî bi azadî û bi awayekî berfereh bi kar bînina.
Serdema Selahidîn serdemek zêrîn bû û şaristanî gelek li pêş bû, herwiha bingehek ji dewleta kurdî re danîbû, lê belê koça dawiya wî û pêre nakokiyên di nav bera kurên wî li ser parvekirina desthilat hêşt dewlet lewaz bibe û bi dawî were wek Rojhilatnasê rusî Basêlî Nîkîtîn tekez kiriye di pirtûka xwe de bi navê " Kurd: Lêkolînek Sosiyolocî û Dîrokî "
Gelek imarat û şaneşînên dewlta Eyûbî li du xwe hêştin. Dirêjtirîn şaneşîn ji dewleta Eyûbî berxweda heta serdema Osmaniyan ya li Cizîra Botan saz bûbû wek di pirtûka Mihemed Emîn Zekî hatiye nîşandan bi navê " Kurtasiya Dîroka Kurd û Kurdistan "
Selahidîn Rojhilat hemû kir yek, nav û pêjina Wî li herdu cîhanên Îslamî û Mesîhî belav bûye bi navê gernasekî kurd û herwisa di pirtûka xwendina leşkerî ya Brîtanî bi navê "The Kurdish Warrior " hatiye naskirin.
Gelo çima em dîroka xwe naxwînin û nezaniya xwe û şerpezkirina tevgera xwe û welatê xwe dikin stûyê Selahidîn?!
Ma qey em ji Ewropiyan zanatirin yên pesna wî dane wek lehengekî dîrokî, lê em ji wan bi kîntirin?!
Selahidîn ji helwesta xwe ya mirovan e cihû û yahûdî hiştin vegerin Filestînê, ma qey yahûdî ji wê demê de bûne dewlet lê hema ji 60 salî virde bûne dewlet ?!
Ma ne ew bi ilm û zanîn û peran hêzek leşkerî ava kirin herçend ew miletekî biçûk in tenê 6 milyon in ?!!
Gelê kurd jî bêtir ji 40 milyonî ye nikare welatekî ava bike ji ber gilî û gazinên vala tim ji bav û kalan dikin ji ber ku wan dewlet ji me re avanekirine !!
Gelo me xwefiroşî û xiyaneta hin aliyan li dijî xewna serxwebûna Kurdistanê bîrkirye lê me dîroka bi dehan şoreş ji bîrkiriye?! Ma qey Selahidîn li ba ma ye di serdema dewletên netewî ?! Ma ew li hember şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx Seîd, Seyid Riza û Kurdistsna Sor û Komara Mehebad rawestiya ye?!
Lê ew li hember xewna serxwebûna Kurdistana başûrê
sala par sekinî bû ?!!
Gelo biratiya gelan dikare Rojhilata Navîn wek Selahidîn bi yek dewlet ke di nav sê netewan hemû dixebitin li gor berjewendiyên xwe yên yan netewî bi kirasê olî yan jî olî bi kirasê netewî ?!
Li dawiyê, divê em dîroka xwe baş bixwînin û baş naskin mîna Seydayê Cegerxwîn yê di dîwana xwe de bi navê " KÎME EZ " wiha dibêje:
Ezim rojhilat
Tev birc û kelat
Ji rom, ji fireng
Di rojên pir teng
Bi kuştin û ceng
Parast parast
Parsat min ev rojhilat
Kîme ez ?
Ezim ê şikand leşkerê Rêşar
Min bi xwîna xwe parastî ev war
Di sînga dijmin ez bûme kelem
Xwe dan ber siya min Turk û Ecem
Li ser serê min
Sinbil û kulah
Serê hespê min
Digirt padîşah
Ezim ew gernas
Ew Selahidîn
Bipirs ji Dimyat
Bipirs ji Hitîn
Kime ez ?
Bavê Saman
674
