Rûsiya û rêjîm baregeheke leşkerî li bajarê Kobanî ava kirin
Aug 03 2024
Navenda Rûsî ya Lihevhatinê ragihand ku hêzên Rûsî û rêjîma Sûrî navendeke leşkerî li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ava kirin.
Cîgirê rêveberê navenda Rûsî Olîg Îgnasyok di daxuiyaniyekê de got "Hêzên ser bi Rûsiya û rêjîma Sûrî baregehek li bajaerê Kobanî li nêzî sînorê Sûriye û Turkiyê avakirin".
Li gorî Lêkolînekê ji aliyê Navenda "cûsûr" ve hat ragihandin ku hejmara xalên Rûsî li Sûriyê ta nîvê sala 2024an gihîştiye 114 cihan, ku li ser 21 baregehan û 93 xalên leşkerî têne belavkirin.
205
