Kompaniyên veguhestinê hejmara geştên ber bi hundur Sûriyê kêm dikin
Ji ber birîna rêveberiya xweser ji mazote taybet bo otombêlan kompaniyên veguhestinê hejmara geştên ji Rojavayê Kurdistanê ber bi hundur Sûriyê ve mîna parêzgeha Şam, Hums, Lazeqiyê, Heleb kêm dikin.
Kêmbûna geştan bandoreke mezin li ser xwendevanan û nexweşan dike.
Rêveberiya xweser xwdanên kompaniyên veguhestinê neçar kirin ku mazotê bi nirxê (4700) lîreyên sûrî bikirin, nirxê mzotê berê (500) lîreyên sûrî bû.
Jêderên taybet ji Wela TV re dane zanîn ku di encama birîna mazota taybet bi veguhestinê, nirxê veguhestinê her neferekî di navbera Hesekê û Şamş de ji 150 hezar L.S bû 250 hezar L.S bilind bû.
Kompaniyên veguhestinê hejmarek geşt encam dan ji bo nexweşên pençeşerê, lê ji ber ziyanên diravî hin kompanî bi temamî geştên xwe rawstandin.
219
