Malbatên zarokên revandî li Hesekê: Em ê di xwenîşandanan de berdewam bin
Malbatên çar zarokên revandî ji aliyê çekdarên "Tevgera Ciwanên Şoreşger" ve li pêş navenda El-Telaîh li bajarê Hesekê xwenîşandanek li dar xist û daxwaza vegera zarokên xwe yên revandî kirin.
Li gorî jêderên xwecihî ku malbata (Mihemed Ebd El-Reûf Osman, Ayaz Covan Hec Mihemed, Omer Ciwan Îsa, Mihemed Ebêd Selîm) yên ku temenên xwe di navbera 11-14 salan de ne, xwenîşandanek li bajarê Hesekê li dar xist û daxwaz ji "Tevgera Ciwanên Şoreşger" yên ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk ve kir ku zarokên wan yên jêr 18 salî werine berdan her weha tekez kirin ku dê di xwepêşandanan de berdewam bin ta ku zarokên wan yên revandî werine berdan.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di 15ê Tîrmeha 2024an de ragihand ku (Mihemed Ebd El-Reûf Osman, Ayaz Covan Haj Mihemed, Omer Ciwan Îsa) ji gundê Til Tewîl Merşo li gundewarê Heseka Rojavayê Kurdistanê bo leşkerkirina neçar hatin revandin serbarî revandina zarokê bi navê Mihemed Ebêd Selîm 9ê Tîrmeha 2024an ji taxa Giwêran ya bajarê Hesekê û ta niha zaniyarî li ser wan tune ne.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antoniyo Gotêrêş di raporta xwe ya bi navê "Zarok û Pevçûnên Çekdar" de got ku Hêzên Sûriya Demokratîk û partiyên girêdayî wê (462) zarok di leşkeriya neçar de bikar anîne.
144