D.R Ebdul Hekîm Beşar banga diyarkirna rêjeya kurdên li Sûriyê dike

Dec 05 2018

ARK NEWS .. D.R Ebdul Hekîm Beşar endamê polîtbîroya Partîya Demoqrata Kurdistan Sûriya gotarek derbarê hijmara kudrên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê belav kir, û tê de xwest ku rêjeya fermî ya kurdan li Sûriyê diyar bibe .

Di gotara 3 /12/2018 ya D.R Ebdul Hekîm Beşar li jêr navê divê em ji bo zanîna rêjeya kurdên Sûriyê bilivin belav kirye, û tê de hatiye :
Ji ber ku tu amarên fermî ji aliyê rêjîma Sûriyê û rêxistnên navdewletî derneketiye, ta niha rêjeya kurdan li Sûriyê ne nas e, lewma nakokiyên mezin di rêjeyên despêkî ji kurdên Sûriyê re heye .

D.R Ebdul Hekîm Beşar endamê polîtbîroya Partîya Demoqrata Kurdistan Sûriya hewreha bal kişandiye ser ku aliyên şofînî li Sûriyê bi berdewamî kar ji bo kêmkirina rêjeya kurdan li sûriyê dikin .
Ji aliyê xwe ve tevgera kurdî tu lêkolîn derbarê rêjeya kurdan de nekirine, û tune ye, herwiha rêkeftin li ser rêjeya despêkî jî navbera tevgera kurdî de tune ye, û pêşbînî ji hev dûr in, û cudahiyeke mezin navbera wan de heye .

D.R Ebdul Hekîm Beşar banga xwe dighîne aliyên berpiris da ku mafê kurdan di pêşeroja Sûriyê windanebe, dibêje, jibo dayîna mafê kurdan di Sûriya pêşeroj de, divê rêjeya kurdan bi fermî were zanîn û diyarkirin, da ku bibe pêvan û pêwereke sereke ji bo destnîşankirina beşdariya wan di dewleta Sûriya ya nû de, û divê em hemî kar ji bo diyarkirna amarên fermî ji kurdên li Sûriyê bikin.

Ş.E



Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

605