Serok Barzanî bi boneya serê sala Koçî pîrozbahiya hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê kir

Serok Barzanî bi boneya serê sala Koçî pîrozbahiya hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê kir

Jul 07 2024

Serok Mesûd Barzanî bi boneya serê sala nû ya Koçî peyamek belav kir û ragehand: ‘’Pîrozbahiyekî herî germ pêşkeşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.’’

Îro 07.07.2024ê Serok Mesûd Barzanî bi boneya serê sala nû ya Koçî peyamek belav kir û ragehand: ‘’Bi boneya sersala 1446ê ya Koçî û yekê meha Muharemê pîrozbahiyekî germ li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyekî dixwazim.’’

Serok Barzanî diyar kir: ‘’Hêvîdarim ev boneya pîroz bibe derfetek ji bo bihêzkirina çanda hevqebûlkirinê û pêşxistina aştî û aramî û biratiyê li navçeya me.’’

187