Elmanya dilgiraniya xwe derbarê girtina hejmarek ji endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji aliyê çekdarên PYDê ve nîşan dide
Elmaniya daxwaz ji Rêveberiya PYDê kir ku rêz û parastina mafê Sûriyan bikire, û fikara xwe derbarê girtina hijmarek endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê nîşan da.
Stefan Schneck Şandiyê Elmaniya taybet bo Sûriyê li ser ropela xwe ya tora civkî “X” nivîsek belav kir û tê de tekez kir ku welatê wî bi dilgiranî nûçeya girtina endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bihîst û piştra bi azadî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatin berdan.
Schneck serbar kr ku dive Rêveberiya PYDê rêz û parastina mafên aliyên ku nêrîn û helwestên xwe yên siyasî cawazin bike.
Amaje bi wê yekê kir ku gelê li bakurê rojhilatê Sûriyê maf û azadiyên bingehîn hene.
247
