ENKS: Komkujiya Kobaniyê nayê jibîrkirin ta rastî eşkere bibe

ENKS: Komkujiya Kobaniyê nayê jibîrkirin ta rastî eşkere bibe

Jun 25 2024

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek bi bûneya salvegera 9an a komkujiya Kobaniyê belav kir.

ENKSê da zanîn, piştî 9 salan ji komkujiya Kobaniyê “Şeva Xedrê” hîn jî rastiya wê nehatiye eşkerekirin.

Daxuyaniyê bi tundî tawana ”Şeva Xedrê” şermezar kir û PYDê weke berpirs di ber veşartina rastiyê de da naskirin.

Encûmenê tekez kir, ev tawan nayê jibîrkirin ta rastî eşkere bibe û encamderên wê werin sizakirin.

Di 25 Hizêrana sala 2015an de, bi sedan welatiyên Kobaniyê bi awayekî hovane ser destê çekdarên nenas beriya berbangê hatin şehîdkirin.

Li gorî amarên ”Rêveberiya Xweser” hejmara şehîdên komkujiya Kobaniyê 253 ye.

Li gorî çalekvanên bajarê Kobaniyê di ”Şeva Xedrê” de zêdetirî 400 kesî şehîd bûn û zêdetirî 300 jî birîndar bûn.

130