Li peravên Îtalyayê keştiyek binav bû û nîvê zêdetir ji qurbaniyan Kurd bûn

Li peravên Îtalyayê keştiyek binav bû û nîvê zêdetir ji qurbaniyan Kurd bûn

Jun 19 2024

Çavkaniyên medyayî tekez kirin ku keştiyeke koçberan ku zêdetirî 60 kes tê de bûn li beravên Îtalyayê binav bû û piraniya wan winda ne.

Serokê Komeleya Penaberên ku ji Ewropayê vedigerin li Herêma Kurdistanê Bekir Elî di kongireke rojnamevanî de ragihand, keştiya ku 61 penaber tê de bûn, roja pêncşemê (13.06.2024) ji beravên Tirkiyê bi rê ket. ber bi peravên Îtalyayê ve dihatin.

Li gorî Bekir,16 û 17ê Hezîrana 2024an li peravên Îtalyayê ji ber lihevketina gemiyê bi pêlên bilind ên behrê, 11 kesên di keştiyê de bûn hatin rizgarkirin û 60 kes jî naha wenda ne.

Ji kesên winda bûne zêdetirî 35 Kurd in.

125