ENKSê banga danîna sînorekî ji kiryarên PYDê re dike

ENKSê banga danîna sînorekî ji kiryarên PYDê re dike

Jun 16 2024

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniyekê de revandina endamên xwe ji aliyê çekdarên PYDê ve li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî kir ku sînorekî ji van kiryaran re deyne. werne sînorkirin.

Îro di daxuyaniyekê de ENKSê ragihand, di berdewamiya helmeta PYDê ya tund de li dijî encûmenê, ev endam hatin revandin:

- Mihemed Tehlo, endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, roja Yekşemê 9ê Hezîranê, piştî nîvê şevê, ji mala xwe li Girkê Legê hat revandin.

- Ehmed Tahir Remo Endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li Girkê Legê, roja Yekşemê 9ê Hezîranê hat revandin.

- Fethî Serhan Gedo yê 60 salî û bi nexwşiya dil û şekir ketiye Endamê Desteya Rawêjkarî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya, roja pêncşemê 15ê Hezîranê ji mala wî li bajarê Qamişlo hat revandin.

Daxuyaniyê kiryarên PYDê şermezar kirin û bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî Terorê bi serokatiya Emerîka û rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekî ji kiryarên PYDê yên tirsandinê re deynin.


86