Mayînek li gorstana gundekî Efrînê teqiya

Mayînek li gorstana gundekî Efrînê teqiya

Jun 19 2018

Ji çanda Efrîniyan ku di rojên cejnên Remezana pîroz de ji şiveqa sibê de seredana goristanên gund bikin û bi taybet yên li navenda bajêr dimînin ku piraniya wan bi gundên xwe girêdayîne lewma yekem gav seredana goristanên gundên xwe dikin û piştre bi erkê xwe radibin û dest bi seredanên malbatî dikin .

Di duyem roja cejna Remezanê de mayînek li goristana Sînka yê Efrînê teqiya di encam de şehîd û birîndar ketin.

Jêderek taybet ji ARKê re ragihand ku welatiyê bi navê Diyar Ebdilqadir Sîdo di encama wê teqînê de şehîd bû û çarê din ji malbata Sîdo birîndar bûn, û ew birîndar ji bo çareseriya tendirûstî hatin vegûhestin .

Tê zanîn ku yekem car ji destpêka şerê Efrînê de mayîn li ser goristanan diteqe û bi dehan ji welatiyên Efrînê ji ber mayînên ku çekdarên YPGê çandine şehîd bûne, lê eve cara yekê ye ku li ser goristana mayîn têne teqandin.

Û ta niha lêkolîn li ser wê yekê ne hatiye kirin û bi taybet piştî ku tîmên endezyariyê bi karê pakirin û rakirina mayînan li seranserî Efrînê rabûne .
ŞÊXO EFRÎNÎ

706