Hesekê.. Nirxê qurbaniyên cejnê digihê 7 milyon lîreyên sûrî

Hesekê.. Nirxê qurbaniyên cejnê digihê 7 milyon lîreyên sûrî

Jun 15 2024

Bi nêzîkbûna cejna qurbanê nirxên ajalan li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanî gelekî hatiye bilind kirn ku nirxê “beran” gihîştiye 7 milyon lîreyên sûrî û bandora xwe li bazara ajalan kir.

Jêdereke taybet got ku ji ber bilindbûna nirxê ajalên qurbaniyê, kirîn û frotine pez di cejnê qurbanê de lawazbûye.

Heman jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku nirxî pezê qurbaniyê di navbera 3-5 milyon l.s, û piraniya wan kesên diçine bazara sewalan ji bo kirîna ajalê qurbaniyê pereyên wan ji derve tên şandin.


150