Berevaniya esmanî ya li baregeha El-Tinf 2 dronên ku ji aliyê milîsên Îranê ve hatibûn avêtin xistin xwarê

Berevaniya esmanî ya li baregeha El-Tinf 2 dronên ku ji aliyê milîsên Îranê ve hatibûn avêtin xistin xwarê

Jun 11 2024

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê eşkere kirin ku berevaniya esmanî ya li baregeha El-Tinf a Emerîkayê du firokeyên bê firokevan ên ku ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hatibûn avêtin xistin xwarê.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand: “Berevanîya esmanî ya li baregeha El-Tinf îro Sêşemê (6/11/2024) du firokeyên bê firokevan, ên grûpên Îranî piştgirîya wan dike, ku hewla êrîşa ser bi baregeha Emerîkî, li devera 55. Ya ku dikeve sêgoşeya sînorê Sûriyê, Urdun û Iraqê xistin xwarê."

Li gorî Rewangeha Sûriyê, ji 19ê Cotmeha 2023an ve, baregehên Emerîkayê yên di nava axa Sûriyê de, rastî 129 êrişan ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve
hatine, bi vî awayî ne hatine belavkirin:

- 35 li ser baregeha zeviya petrolê ya El-Omer.

16 li ser baregeha El-Şedadî ya li gundewarê Hesekê.
- 37 li ser kargeha gazê ya Koniko.

19 li ser bingeha Xerab EL-cîr li Rimêlanê.

- 16 li ser baregeha El-Tinf.

- 2 li ser baregeha Til Beyder a li gundewarê Hesekê.


- 2 li ser baregeha Emerîkî li Rubariya li gundewarê bajarê Dêrîkê.

- 1 li ser baregeha Qesrikê li gundewarê Hesekê.

- 1 li ser bingeha Bêhnvedana El-Wezîr li gundewarê Hesekê.

43