
Çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê li Gierkêlegê revandin
Çekdarên PYDê endamê encûmena xwecihî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li bajarokê Girkêlegî yê girêdayê Dêrikê li Rojavaê Kurdistanê, revandin.
bi şêweyekî hovana roja duşemê 10ê Hezîrana 2024an, çekdarên PYDê girtin li ser mala endamê Encûmena xwecihî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, Mihemed Tehlo, li bajarokê Girkêlegê li Rojavayê kurdistanê,revandin û birin cihekî nediyar.
Mihemed Tehlo xêzandar e û ji dayikbûyê sala 1976an e û ji gundê Cîlika yê gundewarê Dêrikê ye.
Bi revandina Mihemed Tehlo hejmara kesên ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin revandin di heyama Sê mehan de gihîşt 14 siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, di nav wan de rojnamevaneke jin jî heye.
213