ENKSê bi tundî revandina 2 endamên xwe ji aliyê PYDê ve şermezar dike

ENKSê bi tundî revandina 2 endamên xwe ji aliyê PYDê ve şermezar dike

Jun 10 2024

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) revandina du endamên xwe ji aliyê çekdarên PYDê ve şermezar kir û daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kir ku rêgirtinê li binpêkirinan û fişarê ji bo serbestberdana revandiyan bike.

Duh, di daxuyaniyekê de, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi tundî revandina du endamên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-S) ji aliyê çekdarên PYD ve şermezar kir.

Diyar kir, ku Ebdilrehman Şengê, endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê, di şeva 6ê Hezîranê de li gundê Tepkê yê gundewarê Dêrikê hat revandin.

Û Xalid Mîro, endamê encûmena şaxî ya PDK-Sê, di şeva 9ê Hezîranê de li bajarê Dêrikê hat revandin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê got ku çekdarên PYDê di ber van binpêkirinan berpirsiyar e û daxwaza serbestberdana bilez ji revandiyan re kir.

Serbar kir, "Em daxwazê ji Hevpeymaniya Navdewletî bi serkirdayetiya Emerîkayê dikin ku hemû karê pêwîst bike daku rêgirî li van binpêkirinan were kirin û fişarê ji bo serbestberdana revandiyan bike".

Ji despêka meha Nîsanê ve, çekdarên PYDê di revandina endamên ENKSê de berdewam e û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

125