Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kampa Domîz xola çêkirina mûman vekir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kampa Domîz xola çêkirina mûman vekir

Jun 09 2024

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li kampa Domîz a ser bi parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê kursa çêkirina mûman vekir.

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî roja şemiyê (08.06.2024) li ser rûpela xwe ya fermî li ser tora civakî ya “Facebook”ê ragihand ku li navenda rewşenbîrî ya pîşeyî ya kampa Domîz ji bo penaberên R. Kurdistanê kursa çêkirina mûman vekiriye.

Serpereştiya kursê Slava Xelîl got ku beşdarên xolê ji destpêka qonaxa çêkirinê heta dawiya wê fêrî çêkirina mûmê dibin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku komek keç û jinên kampê beşdarî di xole yê çêkirina mûmî bûne.

153