
Zarokekî 14 salî ji bajarê Kobanî hate revandin
Çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk "HSD" zarokekî din ê ji bajarê Kobanî yê R. Kurdistanê revandin.
Tora Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger, zarokê bi navê Ciwan Seyîd Ehmed Hebeş ê 14 salî li Kobanî revandin û birine kampên leşkerkirinê.
Li gorî wê toreyê, hemû hewlên malbata wî zarokê revandî ji bo eşkerekirina çarenivîsa kurê xwe bi ser neketin.
Tevî ku Mazlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan Vêrcina Gamba re,
li ser bidawîkirin, leşkerkirin u tevlîbûna zarokên di bin 18 salî de û bikaranîna wan di operasyonên leşkerî de îmze kir. Lê girtin, revandin û leşkerkirina wan berdewam dike.
171