Kewregosk.. PDK-Sê simînareke piştevaniya derûnî bo xwendevanên pola 12ê li dar xist
Jun 06 2024
Ji bo bidestxistina pêşerojeke geş, Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya berdewame li ser pêşkêşkirina alîkariyên xwendevanên penaber ên Kurd li kampên penaberên R.Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê.
Roja Çarşemê (05.06.2024) bi hemahengî li gel rêveberiya dibistana amadeyî ya Ciger Xwîn, Rêxistina Kewregosk a Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye, ji berî destpêkirina ezmûnên dawî yên wezaretê, simînareke piştevaniya derûnî ji xwendevanên pola 12 re lidar xist.
Ev simînar ji aliyê rawêjkarê derûnî û civakî birêz Reşad Reşîd ve hat pêşkêşkirin, ji bo kêmkirina stres û tirsa ezmûnan li ser xwendevanan.
228
