Rêvebiriya PYDê lidarxistina hilbijartinên şaredariyan li navçeyên di bin destê xwe de paşxist
Careke din rêveberiya PYDê lidarxistina hilbijartinan li navçeyên di bin kontrola xwe de paşxist, bi buhaneya ku partiyên siyasî û hevpeymaniyên beşdar di proseya hilbijartinan de daxwaza paşxistina hilbijartinan kirin, bêyî ku guh bi daxuyaniya Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve Emerîkayê ya derbarê hilbijartinan de.
Derbarê hilbijartinên rêveberiya PYDê de Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê Fîdant Patîl got ku her hilbijartinek li Sûriyê were kirin divê azad, adil, zelal û berfireh be, û li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya bi hejmara 2254.
Fîdant Patîl her wiha got, Emerîka di wê baweriyê de ye ku hilbijartinên li bakurê rojhilatê Sûriyê (hilbijartinên PYDê) tên lidarxistin de, ev şertan pêk nayêne.
Ji aliyê xwe ve, Mihemed Ismaîl, endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, got ku Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî tekezî li ser nerewaya van hilbijartinan,
û beşdarnebûna Encûmena Niştimanî di wan hilbijartinan de kir, bi taybetî. ku ew xizmeta ajandayên partiyek diyarkirî dikin.
Biryar bû hilbijartinên rêveberiya PYDê di dawiya meha Gulana derbasbûyî de bihata kirin, lê ji bo 11ê Hezîranê hat paşxistin û bo cara duyem jî ji bo Tebaxa bê hat paşxistin.
205
