Karwana yekem ya welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji Hewlêrê berv Siûdiyê ji bo hecê bi rê dikeve

Karwana yekem ya welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji Hewlêrê berv Siûdiyê ji bo hecê bi rê dikeve

Jun 05 2024

Îro 5/6/2024 yekem karwana heciyên R. Kurdistana ji Herêma Kurdistanê ber bi Erebistana Siûdiyê ve çû.

Di daxuyaniyeke taybet de ji malpera ARK News re, serokê koma Rîtaj ya Heciyên Sûriyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Ebdulîlah Keleş ragihand: Yekem karwana heciyan ji bo hecê ber bi Erebistana Siûdiyê ve çû û karwana duyem dê 7/6/2024 bi rê bikevê.

Serbar kir ku 115 hecî dê îsal ji Herêma Kurdistanê ber bi Siûdiyê ve biçin.

Di destpêka meha Nîsanê de, Rêveberiya Hec û Umrê ya Sûriyê ragihand ku ew ji aliyê Erebistana Siûdî ve hatiye destnîşankirin, ji bo birêvebirina dosyaya Hecê ji bo Sûriyên li Bakurê Sûriyê û Turkiyê.

Tê zanîn ku Erebistana Siûdiyê rêjeya 77% ji bo rêjîma Sûriyê destnîşan kiriye û rêjeya 23% ji bo Rêveberiya Hec û Umrê ya Hevpêmaniya Niştimanî ya Sûrî destnîşan kiriye.

117