Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Hindîstanê li Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Hindîstanê li Iraqê kir

Jun 04 2024

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozê Hindistanê li Iraqê daxwazên xwe ji bo pêşxistina peywendiyan tekez dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 04.06.2024 pêşwaziya Balyozê Hindistanê li Iraqê Prashant Pise kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê hatin kirin.

Li gor heman daxuyaniyê: “Balyozê Hindistanê li Iraqê berheviya welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên dualî xasma di warên lihevguhertina bazirganî, tendirustî, xwandin, enerjî û teknolojiyê de diyar kir û amaje da ku niha şandeke bazirganî ji bo vê meremê li Herêma Kurdistanê ye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo bihêztirkirina peywendiyan bi Hindistanê re tekez kir.

177