
ENKSê daxwaza parastina dadwereke kurd li Efrînê dike
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê roja 30 Gulanê, binpêkirinên li Efrîna rojavayê kurdistanê û gefa kuştina dadwereke kurd bi tundî şermezar kirin.
Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de dibêje Piştî Dadgeha Efrînê biryar derxist ku pêwîst e erebên hawirde ji malên kurdan derkevin, dadwera kurd Newroz Hiso rastî gef û binpêkirineke metirsîdar tê.
Daxuyaniyê serbar kir ku Ji ber wê yekê erebên hawirde bi piştevaniya her du grûpên Hemzat û Emşat, yên artêşa azad, bi xwepêşandanên berfireh derketin, û red kirin malên kurdan radest bikin, û biryara ku ji dadgeha ser bi Wezarata Dadperweriyê ya Hikûmeta Demkî bin pê kir, herweha siloganên li dijî dadwera kurd Newroz Hiso bilind kirin, û idî`a kirin ku ew xwediya biryarê ye, û banga kuştina wê, hevjîn û zarokên wê kirin.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê binpêkirinên metirsîdar derheqê dadwera kurd Newroz Hiso de bi tundî şermezar kirin û bang li aliyên berpirs û navdewletî kir ku bi rêkarên pêwîst rabin û wê biparêzin.
Nivîsgeha Yasayî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxwazên xwe di çend xalan de ragihandin ew jî ev in:
Parastina vegera kurdan bi biryareke navdewletî ji Encûmena Ewlehî û bi serpereştiya Netewên Yekgirtî.
Parastina mal û milkên sivîlên kurd li Efrîna rojavayê kurdistanê.
Parastina dadwera kurd Newroz Hiso û malbata wê û standina rêkerên pêwîst ji bo parastina wê.
Rêzgirtin li biryarên dadwerî yên ku ji dadgeha Hikûmeta Demkî derdikevin.
Serbixwebûna dadgehê û dûrxistina wê ji desthilatdariya girûpên çekdar.
Rawestandina zincîra binpêkirinên berdewam û rêbazkirî yên ji aliyên piraniya girûpên çekdar û erebên hawirde ve tên encamdan.
108