Bêdirson: Gelê Sûriyê hîn jî di nav kirîzeke kûr de ye
Roja Pêncşemê 30.05.2024, Encûmena Ewlehiya Navdewletî civîna xwe ya mehan e derbarê doseya Sûriyê li dar xist.
Di wê civînê de Gêr Bêdirson Şandeyê navdewletî yê taybet bo Sûriyê got ku gelê Sûriyê hîna jî di nava krîzeke kûr de ye ku bi demê re her ku diçe kûrtir dibe û ev demeke dirêj gefa parçebûn û bêhêvîtiyê dixwe û ev rewş weke "kareset" û "metirsîdar" bi nav kir.
Bêdirson tekez kir, ku di nebûna piroseyeke siyasî ya berfireh de, hemû corên aliyên nerînî zêde dibin û tekezî li ser wê yekê kir ku divê li hemû qadan li Sûriyê alozî were rawestandin."
Şandeyê navdewletî yê taybet bo Sûriyê amaje bi wê yekê jî kir, ku proseya hilbijartinê ya çaverêkirî li hejmarek ji navçeyên Sûriyê, ne alternatîvek ji bo proseyeke siyasî ya berfireh e ku bibe sedema destûreke nû ya Sûriyê li gorî biryara Encûmena Ewlehiyê 2254 helbijartin piştre bêne kirin.
211
