Du teqînên bihêz bajarê Baniyasê hejand

Du teqînên bihêz bajarê Baniyasê hejand

May 30 2024

Di encama ketina mûşekeke Îsraîlê û mûşekeke din ya rêjîma Sûriyê li Girê Nifûs li bajarê Baniyas li gundewarê Tartûsê li rojavayê Sûriyê hejmarek kes navbera kuştî û birîndr bûne qurbanî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku devera Girê Nifûs li Baniyasê du teqînên bihêz rû dan di encama ketina du mûşekan de .

Dîdevanên deverê jî behsa ketina mûşekeke Îsraîlê li bajarê Baniyas, li nêzîkî bendera bajêr, kirin, ku hejmarek kes jî bûne qurbanî

Rewangehê herweha ragihand ku mûşekên Îsraîlê herî kêm bingeheke leşkerî ya Hizbullaha Libnanî, li nêzîkî devera El-Furquls li gundewarê rojhilatê Humsê, li naverasta Sûriyê kirin armanc.

Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya bi ser rêjîmê ve (SANA) li ser zarê jêdereke leşkerî ragihand, ku Îsraîlê demjimêr 19:30ê êvarê ji esmanê Lubnanê cihek li devera naverast î û avahiyeke niştecihbûnê li bajarê Baniyas armanc kirin, di encamê de zarokek hat kuştin û 10 sivîlên din jî birîndar bûn.

218