Birûska PDK-Sê bi bûneya salvegera şoreşa Gulanê ya pêşketinxwaz

Birûska PDK-Sê bi bûneya salvegera şoreşa Gulanê ya pêşketinxwaz

May 27 2024

Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-Sê) roja yekşemê 26ê gulana 2024an, birûskeke pîrozbahiyê arasteyî serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê bi bûneya salvegera şoreşa Gulanê ya pêşketinxwaz kir.

Birûska pîrozbahiyê:
Cenabê serok Mesûd Barzanî
Silav û rêz:

Bi bûneya 48emîn salvegera şoreşa Gulanê ya pêşketinxwaz û bi navê polîtbîroya partiya me, Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, em gerimtirîn pîrozbahiyan li cenabê we dikin û bi rêya we re, li partiya bira, Partiya Demokrata Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman û gelê Kurdistanê dikin.

Şoreşa Gulanê ya pêşketinxwaz ji nava şoreşa Eylûnê ya mezin dest pê kiriye, da ku hêviyê vegerîne dilê gelê Kurd li her derî û ji cîhanê re tekez kir ku nirxê çendî buha be Kurd dê di daxwaza Azadî û Rêzgariyê de berdewam bin.

We -Cenabê serok- diyar kir ku rêbaza Kurdayetiyê, rêbaza Barzaniyê nemir, dê di her cih, dem û rewşî de rêbaza Barzaniyê nemir wê rêberê tekoşîna gelê Kurd bimîne.

Şoreşa Gulanê, ya berî wê û piştî wê ji xebatê bi ser ketin û dawiyek ji êş û azarên danî da ku gelê Kurdistanê bi fêdraliyê şad bibe li jêr sîbera hikumet û perlemantoyek ku aramî, aştî, demokrasî û biratiyê di nav gelê Kurdistanê de bi hemû netew û olên xwe ve belav dike ku nimûneyeke pêkvejiyan û biratiyê pêşkêşî cîhanê dikin.

Silav bo şoreşa Gulanê ya pêşketinxwaz re bi bûneya 48emîn salvegera wê de û silav ji we re -Cenabê serok- û silav û rêz ji pakrewanên Kurd û Kurdistanê re, serwerê wan Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem sax.

li gel rêzgirtinê,

Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya

26ê gulana 2024an

31