Cotkarên Amûdê li dijî biryara PYDê derbarê nirxê genim derketin

Cotkarên Amûdê li dijî biryara PYDê derbarê nirxê genim derketin

May 27 2024

Di şermezarkirina nirxên nedadperwerane yên ku li ser berhemên çandiniyê ji bo cotkaran, bi taybetî genim, hatine sepandin cotkarên bajarê Amûdê yê rojavayê kurdistanê derketin xwepêşandanekê, û daxwaza sererastkirina nirxê genim kirin.

Roja yekşemê (26.5.2024) cotkarên bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê derketin xwepêşandanekê bo şermezarkirina biryara rêveberiya PYDê, ku nirxê genim bi 31 sintan destnîşan kiriye, û têde daxwaza serastkirina nirxê her kîloya genim bi 50 sentan kirin.

welatiyan siloganên "Êdî bes e", "Me zeviyên xwe bi xwîna xwe av daye û em bêberamber nafiroşin", "Em daxwaza serastkirina biryarê bo 50 sintan dikin û mirin û ne sivkatîkirin" bilind kirin.

Roja yekşemê (26.05.2024) rêveberiya PYDê nirxê yek kîlo genim li gor sîstema hejmarî ya demsala 2024an bi (31) sentî diyar kir.

112