ENKSê derbarê nirxê Genim ji aliyê rêveberiya PYDê ve daxuyaniyek belav kir

ENKSê derbarê nirxê Genim ji aliyê rêveberiya PYDê ve daxuyaniyek belav kir

May 27 2024

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) roja yekşemê 26ê gulana 2024an, daxuyaniyek derbarê diyarîkirina rêveberiya PYDê ji nirxê genim re belav kir ku nirxê yek kîloyê genim bi 31 Sentan destnîşan kiribû.

Di daxuyaniyê de, ENKSê got: Ew wek Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bi tundî wî nirxê kêm yê genim yê vê demsalê ku hatiye ragihandin şermezar dike.
ENKSê herweha got, destnîşankirina wî nirxê kêm yê genim ziyaneke mezin dighîne cotkaran û ewlehiya xawrinê û herêmê dike di metirsiyê de.

ENKSê serbar kir: "Ev nirxê stemkar ku ji aliyê PYDê ve hatiye sepandin berjewendiyên xelkê û rewşa wan ya zehmet berçav nagire û cotkaran neçar dike berhemên xwe bi nirxekî gelekî kêmtir ji nirxê têçûnê bifroşin"

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê tekez kir: "Kiryarên rêveberiya PYDê gelek cotkaran neçar dike ku zeviyên xwe bicih bihêlin û koçber bibin da ku li derfentên baştir bigerin, ku ev yek paşeroja çandiniyê li herêmê dixe di metirsiyê de û bi sedema vê biryarê li hinek bajarên Cezîrê xwepêşandan û mangirtin derketin û daxwaza lêvegerek li vî nirxî were kirin."

ENKSê daxwaz ji aliyên navdewletî yên peywendîdar kir ku fişarê li ser rêveberiya PYDê bikin da ku ji vê nirxê sitemkar vegere û nirxekî baş were danîn ku li gorî têçûnê be û di qazanca cotkaran de be.

ENKSê herwiha got: "Em tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina mafên cotkaran û parastina wan ji pawankarî û stemkariyê dikin, û tekeziyê li ser girîngiya piştevaniya çandiniyê ji aliyê aliyên navdewletî ve yên ku alîkariyan pêşkêşî gelê Sûriyê dikin û dabînkirina ewlehiya xwarinê û pêkanîna aramiyê li herêmê dikin."

Duh 26ê gulanê rêveberiya PYDê nirxê kirîna genim bi 31 sentan ragihand û ew yek bibû cihê nerazîbûna xelkê Kurdistana Sûriyê.

Di sala 2023an de, rêveberiya PYDê nirxê kirîna genim bi 46 sentan bo yek kîloyê ragihand bû.

86