Hêzeke zêde ya Hevpeymaniyê giheşt bingeha Xirab Elcîr li Rojavayê Kurdistanê
May 24 2024
Di çarçoveya bihêzkirina bingehên xwe li Sûriyê, balafireke Hevpeymaniya Navdewletî ya barkirî bi alavên leşkerî li rojavayê kurdistanê hat danîn.
Jêderên xwecihî ji deverê ragihand ku duh Pênşemê 23ê Gulanê balafireke hevpeymaniyê ya barkirî bi alavên leşkerî û locistîk bingeha Xirab Elcîr li gundewarê Rimêlan yê rojavayê kurdistanê danî.
Roja 8ê Gulanê jî balafireke hevpeymaniyê ya barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li bingeha Xirab Elcîr li rojavayê kurdistanê danî.
231
